Dinya

Kameramanê Al Jazeerayê yê ku Îsraîlê ew birîndar kir û nehişt midaxeleya ewil bê kirin mir

3 xebatkarên parastina sivîlan ên hewl dan ku midaxeleyî Ebu Dakka û birîndarên din ên ku bi awayekî birîndar mehsûr man, bikin di encama êrîşa Îsraîlê da hatin kuştin

Zeynep Tüfekçi Gülay, Mehmet Nuri Uçar  | 16.12.2023 - Rojanekırın : 17.12.2023
Kameramanê Al Jazeerayê yê ku Îsraîlê ew birîndar kir û nehişt midaxeleya ewil bê kirin mir

Istanbul

 Samîr Ebu Dakkayê kameramanê Al Jazeerayê yê ku di êrîşa Îsraîlê ya dijî Xan Yûnisa li başûrê Xeta Xezeyê da birîndar bû û herêma wî xwe sipartibûyê hat dorpêçkirin û çendî saetan destûr nehat dayîn ku midaxele bê kirin jiyana xwe ji dest da.

Televîzyona Al Jazeerayê ragihand ku Ebu Dakkayê kameramanê wan ê li Xezeyê yê ku di êrîşa ku Îsraîlê nêzî Dibistana Ferhaneyê ya li Xan Yûnisê ji ber ku parçeyên şerapnelê lê xist birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku Ebu Dakka piştî birîndar bû xwe sipart Dibistana Ferhaneyê ya ku xwe sipartibûyê û êrîş lê dewam dikirin û ambulansan nekarîn bikevin herêmê, hêzên Îsraîlê herêm dorpêç kirin û çendî saetan nehiştin ku ekîbên alîkariya ewil bikevin herêmê û midaxeleyî rojnamevanê birîndar bikin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin hildan 3 xebatkarên parastina sivîlan ên hewl dan ku midaxeleyî Ebu Dakka û birîndarên din ên ku bi awayekî birîndar mehsûr man, bikin di encama êrîşa Îsraîlê da hatin kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın