Kalikê Selahattîn yê 85 salî bi neviyên xwe ra tevî gopalê xwe diçe pêşbirkan
Ağrı
Selahattîn Çurê 85 salî ku li Agiriyê dijî, "bi gopalê xwe û neviyên wî yên li ser milên wî" beşdarî pêşbrikên Agri 1970 Sporê dibe ku di Lîga 3yemîn ya Nesîneyê da pêşbaziyê dike.
Selahattîn Çur alîgirê tîma zer-reş ya ku di Koma 2yemîn ya Lîga 3yemîn ya Nesîneyê da pêşbaziyê dike, tevî temenê xwe yê mezin jî pêşbirkan ji trîbunan dişopîne.
Curê ku tevî zehmetiyên bihîstin, axaftin û meşê yên bi temen ra têkildar, tu carî pêşbirkekê bernade û bi gopalê xwe û neviyên wî yên li ser milên wî diçe pêşbirkan.
Serokê Kilûba Sporê ya Agiriyê 1970an Ufuk Balkis ji nûçegihanê AAyê ra got ku Cur bi hatina xwe ya her pêşbirkê piştgiriyê dide wan.
Balkis sipasiya Cur kir ji bo piştgiriya tîmê dike.
