Jin kelepora dîrokî û çandî ya Diyarbekirê dineqişînin ser kûp û cêran

Diyarbakir
Li Diyarbekirê jinên perwerdeya pîşeyî distînin, kelepora çandî û dîrokî ya bajêr dineqişînin ser kûp û cêrên çêdikin.
Li navçeya navendê Sûrê, 13 jinên beşdarî kursa li Navenda Piştgiriya Malbatê ya Qaymeqamtiya Sûrê (ADEM) bûn, li atolyeya seramîk û derdanên ji heriyê tên çêkirin, li ber destê hîndekarên pispor kûp û cêran çêdikin.
Jin li bajarê qedîm ê 33 şaristanî lê ava bûne, mekanên qedîm ên wekî sûrên dîrokî yên di Lîsteya Kelepora Cihanî ya UNESCOyê da ne, Kompleksê Muzeya Keleha Navxweyî, Mizgefta Mezin, Pireya Dehderî, Xana Hesenpaşa û her wiha fîgurên li ser van mekanan dineqişînin ser kûp û cêrên ku ji heriyê çêdikin.
Jin van kûp û cêrên reng bi reng û celeb celebî datînin ber geştiyarên xwemalî û biyanî da ku biecibînin û ji xwe ra bikirin.
Kordînatora Projeya ADEMê ya Qaymeqamtiya Sûrê Îlknur Demirelê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku armanca wan ew e, bi berhemên li atolyeya seramîk û derdanên heriyê tên çêkirin, bajêr bidin nasandin.
Demirelê destnîşan kir, kursiyer sîparîşan li ber destê perwerdekaran amade dikin û wiha dewam kir, “Ji bo Festîvala Rêya Çandê ya Sûrê ya dê di Cotmehê da dest pê bike, mamoste û kursiyerên me amadekariyê dikin. Berhemên dîrokî yên li Diyarbekirê û fîgurên li ser wan dê li ser kûp û cêran bên neqişandin û xebata lansman, pêşangeh û workshop dê bê kirin.”
Kursiyer Aynur Ateşê diyar kir ku ew li kursê perwerdeyeke baş distînin û lewma jî ew dixwazin vê, ji xwe ra bikin pîşe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.