Jiyan

Jin û mêrê arkeolog 16 sal e bi hev ra li pey şopa dîrokê ne

Rauf Maltaş  | 18.10.2025 - Rojanekırın : 19.10.2025
Jin û mêrê arkeolog 16 sal e bi hev ra li pey şopa dîrokê ne Rauf Maltaş

Şanlıurfa

 Mamosteyên beşa arkeolojiyê ya Zanîngeha Herranê, Suheyla Îrem Mutlu û hevjînê wê Semîh Mutlu, 16 sal e bi hev ra li pey şopa dîrokê ne.

Suheyla Îrem û Semîh Mutlu yên ku di sala 2006an da ji Beşa Protohîstorî û Arkeolojiya Pêşîn ya Asyayê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Egeyê mezûn bûne, di sala 2009an da di vekolana Girê Kavuşanê ya Diyarbekir da ku bi hev ra wekî arkeolog kar dikirin, rastî hev hatin.

Piştî ku zewicîn îcar li Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Herranê bûn mamosteyên hîndekariyê.

Jin û mêr her roj bi hev ra ji mal derdikevin, ewil diçin zanîngehê û piştra jî beşdarî karên vekolanê yên li bajarê antîk dibin.

Berpirsa Vekolana Qada Antîk ya Sogmatarê Suheyla Îrem Mutluyê ji nûçegihanê AAyê ra got ku xebata di heman karî da ji wan ra avantaj e.

Semîh Mutlu jî anî ziman ku ji ber bi hevjîna xwe ra di kolandinan da cih digire, kêfxweş e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.