Jinên Mûşî bi kursa aşpêjiyê dibin xwedî pîşe
Muş
Li Mûşê jin li kursa aşpêjiyê ya ku bin banê Midûriya Navenda Perwerdeya Gel da hat vekirin hûnerên xwe yên pehtina xwarina pêş dixwin.
25 jinên ku beşdarî kursê bûn nav hefteyê di mijara alîkarî û çiraxiya aşpêşan da ji hîndekarên hoste perwerdeyê dibînin.
Midûrê Navenda Perwerdeya Gel Tahsîn Oran got armanc dikin ku bi kursên vekirin va potansiyela perwerdeyê ya di warê pîşeyî da zêde bikin.
Oran diyar kir ku di çarçoveya daxwazên welatiyan da kursan vedikin û ji bo kursan eleqeyeke mezin heye û wiha axivî:
"Kursên ku herî zêde jinên me tercîh dikin alîkariya aşpêj, çiraxiya aşpêj û digel vê kursên çêkirina xwarinên herêmî ye. Jinên me li van kursên hûnerên xwe yên ji bo çêkirina xwarinan pêş dixin. Kursa me nav hefteyê her roj heye û dawiya 3,5 mehan kursiyerên ku bi serkeftî kursa xwe temam dikin sertîfîkayê hildidin."
Zubeyde Alakuşa kursiyer got ku ji bo hînbûna terîfên cuda û xwarinên herêmî beşdarî kursê bê û wiha axivî: "Em bi saya vê kursê çêkirina xwarinên herêmî hîn dibin. Ji xeynî xwarinên em dizanin çêkirina xwarinên din jî hîn dibin. Kurs gelekî kêrhatî ne, wextê me xweş derbas dibe û hevalên me yên nû jî çêdibin. Em dikarin bi belgeya xwe kargehê jî vekin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
