Ji Tirkiyeyê bo têkoşîna dijî şewatên daristanê yên li Yûnanistanê piştgirî
Bi telîmata Serokomar Erdogan dê 2 balafirên vemirandina şewatê û firokeyeke vemirandina şewatê bi ekîbên xwe yên firînê va bişînin Yûnanistanê
Ankara
Tirkiye ji bo têkoşîna dijî şewatên daristanê yên li Yûnanistanê dewam dikin dê 2 balafirên vemirandina şewatê û firokeyeke vemirandina şewatê bişîne.
Di daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê da wiha hat gotin:
"Bi telîmata Serokomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan dê 2 balafirên vemirandina şewatê û firokeyeke vemirandina şewatê yên li ser envantera Midûriya Giştî ya Daristanê ya Wezareta Çandinî û Daristanê qeydkirî bi ekîbên firînê va bişînin Yûnanistanê."
Balafirên amfîbîk ku xwediyê qabiliyeta manewrayê ya çalak in û firokeya vemirandina şewatê ya ku bi derfetên xwemalî û neteweyî va hatiye çêkirin di têkoşîna dijî şewatên daristanê da dê li welata cîran bên emilandin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
