Dinya

Ji Serokwezîrê HKIyê Barzanî ji ber kesên ku di şewata li Kartalkayayê da mirin peyama sersaxiyê

Bekir Aydoğan  | 21.01.2025 - Rojanekırın : 21.01.2025
Ji Serokwezîrê HKIyê Barzanî ji ber kesên ku di şewata li Kartalkayayê da mirin peyama sersaxiyê

Arbil

Mesrûr Barzaniyê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji bo kesên ku di şewata li Navenda Kaşûnê ya Kartalkayaya Boluyê li otêlekî derket da mirin peyama sersaxiyê weşand.

Barzanî di parvekirina xwe ya ji ser hesabê xwe yê Xê da behs kir ku ji ber şewatê gelekî xemgîn e û got ku "Ez di vê wexta dijwar da sersaxiyê didim malbatên qurbaniyan û gel û hikûmeta Tirkiyeyê."

Aydin Merûfê Endamê Lijneya Birêvabirina Eniya Tirkmenan a Iraqê û Wezîrê HKIyê yê ji Pêkhateyên Etnîk û Dînî Berpirsyar jî ji ser hesabê xwe yê Xê peyamek parve kir.

Wezîrê Tirkmen Merûf jî got ku "Şewata otêlê ya li Kartalkayaya Boluyê qewimî em gelekî xemgîn kirin. Xwedê rehma xwe li kesên ku jiyana xwe ji dest dan bike, serê malbatên wan sax be û em ji bo birîndaran şifaya acîl dixwazin. Serê te sax be Tirkiyeya min."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.