Ji Serokomar Erdogan parvekirina "Roja Piştevaniya Gelê Filistînê ya Navneteweyî"

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Tirkiye mîna her gav ku di dîrokê da bûye, îro jî tevî dewlet û gelê xwe dîsa li cem xwîşk û birayên xwe yên Filistînî ye."
Erdogan li ser hesabê xwe yê medaya civakî ji bo "Roja Piştevaniya Gelê Filistînê ya Navneteweyî" peyam weşand.
Serokomar Erdogan di parvekirina xwe da diyar kir îro Roja Piştevaniya Gelê Filistînê ya Navneteweyî ye û Tirkiye mîna her gav ku di dîrokê da bûye, îro jî tevî dewlet û gelê xwe dîsa li cem xwîşk û birayên xwe yên Filistînî ye.
Erdogan destnîşan kir ji bo dîl bên berdan û agirbest mayînde be wê pêwendiyên xwe bilezînin û got ji niha û pê va jî wê hewldanên me piralî bidomin.