Dinya

Ji Serokomar Erdogan bo gelê Fasê yê erdhejê tesîr lê kir peyama "derbasî be"

Zeynep Rakipoğlu  | 09.09.2023 - Rojanekırın : 10.09.2023
Ji Serokomar Erdogan bo gelê Fasê yê erdhejê tesîr lê kir peyama "derbasî be"

Istanbul

 Serokomar Recep Tayyip Erdogan ji bo gelê Fasê yê erdhejê tesîr lê kir hêviya silametiyê kir û wiha got, "Ji bo kesên mirin ez ji Xwedê rehmetê, ji bo birîndaran jî şifayê dixwazim. Di vê roja wan a dijwar da em tevî hemû gelê xwe li cem xwîşk û birayên xwe yên Fasî ne."

Serokomar Erdogan ji ber erdheja mezinahî 7 ya ku li herêma El-Huz a Marakeşa Fasê çêbû, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê peyam parve kir.

Erdogan di peyama xwe da wiha got, "Ez ji bo gelê Fasê yê dost û bira yê ku bobelata erdhejê tesîr lê kir, hêviya silametiyê dikim. Ji bo kesên mirin ez ji Xwedê rehmetê, ji bo birîndaran jî şifayê dixwazim. Di vê roja wan a dijwar da em tevî hemû gelê xwe li cem xwîşk û birayên xwe yên Fasî ne."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.