Tirkiye

Ji Serokê Ragihandina Serokomariyê Altun der heqê "provokasyonan" da daxuyanî:

- "Hewlên hin mehfîlên dijminê Tirkiyeyê yên dixwazin bi fealiyetên provokatîf va pergala qamûyê test bikin û aramiya welêt têk bibin, dê bi saya serê xebatên bi xîret ên dewleta me bi ser nekevin"

Mehmet Tosun  | 01.07.2024 - Rojanekırın : 02.07.2024
Ji Serokê Ragihandina Serokomariyê Altun der heqê "provokasyonan" da daxuyanî:

Ankara

Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettin Altun di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir ku ew provokasyon ji nêz va tên şopandin ku dibin sedema geşbûna rageşiyê ku ev demek e hewl tê dayîn ku ji ser koçberên Sûriyeyî ra bên derxistin.

Altun wiha got:

"Hewlên hin mehfîlên dijminê Tirkiyeyê yên dixwazin bi fealiyetên provokatîf va pergala qamûyê test bikin û aramiya welêt têk bibin, dê bi saya serê xebatên bi xîret ên dewleta me bi ser nekevin. Di vê çarçoveyê da li dijî îdiayên bêbingeh, nûçeyên derew ên bi qesdî û bi agahiyên manîpulekirî tên çêkirin û her wiha fealiyetên dezenformasyonê yên ku armanca wan provokekirina welatiyên me ye, hemû dezgehên dewleta me yên têkildar, bi kordînasyona Serokatiya Ragihandinê xebatên xwe yên li gorî esasê 24 saetan didomînin. Em xasma ji welatiyên xwe rica dikin ku prîmê nedin nûçeyên derew û meqamên me yên fermî di serî da bi tenê dêhn û bala xwe bidin çavkaniyên ewle."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.