Ji Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Altun berteka bo daxuyaniyên Netanyahu yên der barê Serokomar Erdogan da

Ankara
Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn Altun got ku "Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu kesê dawîn e ku der barê komkujiyê da tu gotinekî bibêje. Di mijara sûcên şer ên ku dijî sivîlan dikin li dinyayê wekî xweparastinê bidin nîşan bûne hoste."
Altun di parvekirina xwe ya ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî da bertek nîşanî gotinên Binyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsrîalê yên der barê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da.
Altun diyar kir ku Netanyahu kesê dawîn e ku der barê komkujiyê da biaxive û got ku "erokwezîrê Îsraîlê Netanyahu kesê dawîn e ku der barê komkujiyê da tu gotinekî bibêje. Di mijara sûcên şer ên ku dijî sivîlan dikin li dinyayê wekî xweparastinê bidin nîşan bûne hoste. Herçiqas dinya nekare wî rawestîne jî dîrok dê wî wekî sêcdarê şer bidarizîne".
Altun destnîşan kir ku Netanyahu kesê dawîn e ku dê der barê têkoşîna dijî terorê ya Tirkiyeyê da biaxive û wiha axivî:
"Netanyahu kesê herî dawîn e ku der barê têkoşîna me yê dijî terorê da biaxive. Em ji 40 salî zêdetir e dijî PKKya rêxistina terorê û şaxên wê têdikoşin. Welatiyên me yên Kurd bixwe jî dijî PKKyê têdikoşin ku mîna Netanyahu sivîl û zarokan qetil dike. Kesê herî dawîn ku behsa exlaqê bike Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu ye. Der barê meşandina operasyonên terorê da nikare ders bide kesî, lewra di vî warî da tecrubeya wî tuneye. Di 40 salên dawîn da Filistîniyan ji axa wan dide koçberkirin. Niha jî bi artêşa Îsraîlê sivîlên di xaniyan da dikuje û li kampên penaberan û nexweşxaneyan wan dikuje. Netanyahu ji bo balê ji ser sûcên xwe yên şer dûr bixe êrîşî birêz Serokomar Erdogan dike û vî awayî nikare kesî bixapîne.
Dinyayê dîtiye ka li Filistîna dagirkirî çi dibe. Netanyahu bi kuştina sivîlan û berfirehkirina şer armanc dike ku kariyera xwe ya siyasî reha bike lê ev teşebûsên bêhêvî yên Netanyahu dê bi ser nekevin. Birêz Serokomarê me Erdogan ev bangawezî kiriye û Netanyahu çiqas derewan dike bila bike dê dev ji têkoşîna ji bo edaletê bernede. Em car din bangî civaka navneteweyî dikin ku li dora hewldanên me yên ji bo demildest pêkanîna agirbestê û mizakereyên ji bo pêkanîna aştiya mayînde bibin yek. Em digel kampanyayên siyasî û reşkirinên dijî Tirkiyeyê çi dikeve ser milê me dikin û em ê ji niha pê va jî bikin. Em ê gotina rastiyan bidomînin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.