Ji Sekreterê Giştî yê NYê Guterres hişyariya "Bila Libnan nebe Xezeyeke nû"

Washington DC
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres diyar kir, rageşiya ku di navbera Îsraîl û Hizbullahê da zêde bû, merivan dixe fikarê û wiha dewam kir: "Îhtimala ku Libnan bibe Xezeyeke nû, min dixe fikarê."
Sekreterê Giştî yê Nyê Guterres ji têlevîzyona Amerikan CNNê ra axivî û beriya civînên Lijneya Giştî ya NYê ku wê vê hefteyê werin kirin, rageşiya li Rojhilata Navîn nirxand.
Guterres destnîşan kir, rageşiya ku di navbera Îsraîl û Hizbullahê da zêde bû û êrîşa dawîn a ku Îsraîlê bir ser Libnanê ev rageşî zêdetir kir û ev jî merivan dixe fikarê.
Guterres got, "Îhtimala ku Libnan bibe Xezeyeke nû, min dixe fikarê." û ji bo ku "rageşiyê kêm bikin" hem bangî Îsraîlê hem jî bangî Hizbullahê kir.
Guterres bal kişand ser krîza însanî ya ku li Xezeyê dewam dike û diyar kir, li gor wî vê gavê ne Îsraîl ne jî Hemas bi agirbestê ra mijûl nîne. Guterres got, "Ev yek eşkere ye ku her du alî jî bi agirbestê ra eleqedar nabin. Ev trajedî ye, lewra divê ev şer bi dawî bibe."