Ji navenda bajarê Helebê paşvekişîna terorîstên PKK/YPGyî dewam dike
Halab
PKK/YPGya rêxistina terorê ya ku li Sûriyeyê navê HŞSyê bi kar tîne li gor peymana ku bi birêvebiriya Şamê ra îmze kir ji navenda bajarê Helebê vedikêşe.
Konvoya duyemîn a terorîstên PKK/YPGyî ya ku taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên li Helebê dagir kiribûn ji bajêr derket.
Li gor peymana ku di navbera birêvebiriya Sûriyeyê û PKK/YPGyê da di 1ê nîsanê da hatibû îmzekirin di vê konvoya 60 wesayîtan pêk tê ya ku diçe rojhilatê Feratê da biqasî 500 terorîst hene.
Terorîstên ku di destê wan da paçikên PKK/YPGyê hebûn di bin hîmayeya hêzên girêdayî Îdareya Ewlehiya Giştî da ji Helebê derketin. Tê payîn ku di rojên pêş me da jî terorîst paş vekişin.
Konvoya ewil a terorîstan di 4ê nîsanê da ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê derketibû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
