Ji firokeyên konvoya Serokomarê Îranê Reîsî firokeyekê qeza kir
- Têlevîzyona dewletê ya Îranê ragihand, cihê firokeya ku Serokomar Reîsî û heyeta wî tê da bûn û qeza kir, hat tesbîtkirin

Tahran
Hat ragihandin ku ji firokeyên konvoya Serokmarê Îranê Îbrahîm Reîsî firokeyekê qeza kir.
Li gor têlevîzyona dewletê ya Îranê, Serokomar Reîsî û Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev li ser sînorê her du welatan beşdarî vekirina bendavê bûn û firokeyeke konvoya Reîsî qeza kir.
Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya nîvfermî îdia kir, Reîsî di firokeya ku qeza kir da ye.
Ajansa Nûçeyan a Farsê daxuyand, firokeya ku Reîsî tê da bû ji ber mijê mecbûrî danî û Reîsî bi rêbejê çû Tebrîzê.
Têlevîzyona dewletê jî diyar kir, firokeya ku Reîsî tê da bû hişk danî û ekîbên alîkariya ewil ji herêma qezayê ra hatin şandin.
Hat gotin ku di konvoya Reîsî da 3 firoke hene.
- Heyva Sor a Îranê: "Ji ber rewşa hewayê xebatên lêgerîn û xelaskirinê ji hewa va nikarin werin kirin"
Ji aliyekî din, hat ragihandin, seba firokeya ku Serokomar Reîsî tê da bû û "hişk danî" ji ber mija zêde ji hewa va xebatên lêgerîn û xelaskirinê nikarin werin kirin.
Serokê Heyva Sor a Îranê Pîr Huseyîn Kulîwend ji têlevîzyona dewletê ya Îranê ra axivî û der barê xebatên lêgerîn û xelaskirinê da agahî da.
Kulîwend wiha got, "Ji ber şertên neyênî yên hewaya herêmê (mija zêde) bi ÎHAyan nikarin ji hewa va xebatên lêgerîn û xelaskirinê bikin."
Rayedarê Îranî diyar kir, li herêma ku çiyayî ye û çûyîn û hatin wê zehmet e, 40 tîmên lêgerînê li herêmê xebatan ji bejayê didomînin.
Hatibû ragihandin, firokeya ku Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî tê da bû dema ku ji merasima vekirina bendavê ya li ser sînorê Azerbeycanê vedigeriya, ji ber rewşa hewayê hişk danî.
Heyva Sor a Îranê diyar kiribû ku "qeza" di navbera Kaleyber û Werziganê da çêbû, Wezîrê Karên Navxweyî yê Îranê Ehmed Wahidî diyar kiribû ku ekîbên xelaskirinê hê negihîştine herêmê.
Alîkarê Waliyê Azerbeycana Rojhilatê Cebbaralî Zakirî diyar kiribû ku ji 3 firokeyên konvoya Reîsî 2 firokeyan danî, yek jê ket.
Hatibû ragihandin ku di firokeya Serokomar Îbrahîm Reîsî da Wezîrê Karên Derva Huseyîn Emîr Ebdullahiyan û hin rayedarên din jî hene.
- Têlevîzyona dewletê ya Îranê: "Di firokeya Reîsî da Wezîrê Karên Derva Ebdullahiyan jî heye"
Hat ragihandin, di firokeya Serokomar Îbrahîm Reîsî ya "hişk danî" da Wezîrê Karên Derva Huseyîn Emîr Ebdullahiyan jî heye.
Têlevîzyona dewletê ya Îranê der heqê firokeya ku Reîsî tê da ye da agahî da û got ku di firokeyê da rayedarên Îranî jî hene.
Hat ragihandin, di firokeya Reîsî da Wezîrê Karên Derva Huseyîn Emîr Ebdullahiyan, Waliyê Eyaleta Azerbeycana Rojhilat Malik Rehmetî û Melayê Înê yê Tebrîzê Ayetullah Elî Haşim jî hebûn.
Firokeya ku Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî tê da bû dema ku ji merasima vekirina bendavê ya li ser sînorê Azerbeycanê vedigeriya, ji ber rewşa hewayê hişk danî.
Heyva Sor a Îranê diyar kir ku "qeza" di navbera Kaleyber û Werziganê da çêbû, Wezîrê Karên Navxweyî yê Îranê Ehmed Wahidî diyar kiribû ku ekîbên xelaskirinê hê negihîştine herêmê.
Alîkarê Waliyê Azerbeycana Rojhilatê Cebbaralî Zakirî diyar kiribû ku ji 3 firokeyên konvoya Reîsî 2 firokeyan danî, yek jê ket.
- Cihê firokeya ku Serokomar Reîsî û heyeta wî tê da bûn û qeza kir, hat tesbîtkirin
Ji aliyekî din, têlevîzyona dewletê ya Îranê ragihand, cihê firokeya ku Serokomar Reîsî û heyeta wî tê da bûn û qeza kir, hat tesbîtkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.