Dinya

Ji fermandarên Artêşa Pasdarên Îranê Mûsewî di êrêşeke Îsraîlê ya li dijî Sûriyeyê de hat kuştin

Ahmet Dursun  | 25.12.2023 - Rojanekırın : 27.12.2023
Ji fermandarên Artêşa Pasdarên Îranê Mûsewî di êrêşeke Îsraîlê ya li dijî Sûriyeyê de hat kuştin

Ankara

Hat ragihandin ku Razî Mûsewiyê yek ji fermandarên Artêşa Pasdarên Îranê yên li Sûriyeyê, di encama êrêşeke Îsraîlê ya li dijî derdora Şamê de hat kuştin.

Li gorî nûçeya Tesnîma Ajansa Nîvfermî ya Îranê, Mûsewiyê ku yek ji fermandarên payebilind ê Artêşa Pasdarên Îranê ye, di encama êrêşeke Îsraîlê ya li dijî derdora Şamê de hat kuştin.

Hat ragihandin ku fermandarê Îranî yê ku hatiye kuştin, yek ji hevalên nêzîk ê general Qasim Silêmanî bûye.

Qasim Silêmaniyê ku weke "şêwrimendê eskerî" li Iraqê hatibû wezîfedarkirin, sala 2020an di encama êrîşeke DYAyê de hatibû kuştin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Artêşa Pasdarên Îranê de hat pesendkirin ku Razî Mûsewiyê yek ji fermandarên Artêşa Pasdarên Îranê yên li Sûriyeyê, di êrêşeke bi mûşekan a Îsraîlê ya li dijî derdora Şamê de hat kuştin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Mûsewî li Sûriyeyê, berpirsiyarê piştgiriya "eniya berxwedanê", "şêwirmendê eskerî yê payebilind" yê Artêşa Pasdarên Îranê bû.

Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin: "Rejîma sîyonîst a dagirker û tirsonek (Îsraîl) teqez dê berdêla vî sûcî bide."

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî ji bo fermandarê Îranî yê li Sûriyeyê hat kuştin peyama sersaxiyê weşand.

Reîsî di peyama xwe da got: "Bêguman ev kiryar nîşaneke din a hêvîşikestin, bêçaretî û û aciztiya siyonîstên dagîrker ên li herêmê ne. Bi teqez ewê berdêla vî sûcî bidin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.