Ji Emîne Erdoganê parvekirina "Roja Piştevaniya Gelê Filistînê ya Navneteweyî"

Ankara
Emîne Erdogana hevsera Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir di Roja Piştevaniya Gelê Filistînê ya Navneteweyî da careke din bangî wijdana kurewî dikin û wiha got, "Em ji bo jinên ducanî, dergûşên nû çêdibin û hemû sivîlên bi qetlîmê ra rû bi rû ne banga agirbesteke demkî nakin, em demildest aştiyeke domdar û mayînde dikin."
Emîne Erdoganê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji bo "Roja Piştevaniya Gelê Filistînê ya Navneteweyî" peyam weşand.
Emîne Erdoganê bi etîketa #FreePalestineyê parvekirineke bi Tirkî û Îngilizî kir û wiha got, "Em îro li cem mesûmên Xezeyî ne ku axê ji xwe ra kirine balîf û asîman ji xwe ra kirine lihêf. Em li cem têkoşîna azadiyê ya Filistînê ne."
Di parvekirina xwe da Emîne Erdoganê diyar kir di Roja Piştevaniya Gelê Filistînê ya Navneteweyî da careke din bangî wijdana kurewî dikin û wiha got, "Em ji bo jinên ducanî, dergûşên nû çêdibin û hemû sivîlên bi qetlîmê ra rû bi rû ne banga agirbesteke demkî nakin, em demildest aştiyeke domdar û mayînde dikin."
Emîne Erdoganê destnîşan kir Tirkiye wê daîm li cem mesûm û mezlûman be û got ku Tirkiye wê daîm bixebite ku ji Xezeyê ra alîkariya însanî bişîne û bawer dikim ku di dawiyê da wê mirovahî bi ser bikeve.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.