Ji dayikên Diyarbekirê yekî din gihaşt ewladê xwe
- Wezîrê Karên Derva Yerlîkaya: - "Kontrola PKKya rêxistina terorê li Sûriyeyê li herêmên ku bi navê PYD/YPGyê lê ye ji dest derdikeve, vê jî belavbûnê zêde kir"

Ankara
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku ji dayikên Diyarbekirê yekî din gihaşt ewladê xwe.
Yerlîkaya ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî parvekirinek kir û got ku "Kontrola PKKya rêxistina terorê li Sûriyeyê li herêmên ku bi navê PYD/YPGyê lê ye ji dest derdikeve, vê jî belavbûnê zêde kir."
Yerlîkaya destnîşan kir ku belavbûna rêxistina terorê ya dabeşkar dewam dike û da zanîn ku nobeda ewladê ya dayikeke din a li Diyarbekirê di encama xebatên qanîkirinê yên serkeftî yên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr a Şanliurfayê û Îstixbarata Cendirmeyan qediya.
Wezîr Yerlîkaya di parvekirina xwe da ev gotin:
"Terorîstê bi navê E.G yê ku di sala 2021î da ji nav welêt tevî rêxistina terorê bû heman salê derbasî kadroya çolwar a Sûriyeyê ya rêxistinê bû, di sala 2022yan da di qaşo taburên şer ên li herêma Sûriyeyê da cî girt, ji bo wesayîtên asîmanî yên bêmirov perwerdeya keşif, çavdêrî û sabotajê hildaye, li Sûriyeyê perwerdeya suîqesdê hildaye ji rêxistina terorê reviya û teslîmê hêzên ewlehiyê bû."
Yerlîkaya da zanîn ku malbata wî malbata 254emîn a ku beşdarî nobeda ewladan a li ber derê avahiya Bajêr a HDPyê bûye û got ku "Em ê ewladên xwe ji we bistînin. Bira çek dirêjî birayê din nake."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.BÖLÜCÜ TERÖR ÖRGÜTÜNDE ÇÖZÜLME DEVAM EDİYOR ❗
— T.C. İçişleri Bakanlığı (@TC_icisleri) January 4, 2025
PKK terör örgütünün Suriye’de PYD/YPG adıyla bulunduğu bölgelerde kontrolü kaybetmesi, çözülmeyi daha da hızlandırdı.
◾Bir annenin daha Diyarbakır'daki "Evlat Nöbeti", Jandarma İstihbarat Komutanlığı ve Şanlıurfa İl Jandarma… pic.twitter.com/LW9tJ5A4BY