Tirkiye

Ji bo malbatên ku li Stenbolê lehiyê bandor li wan kir wê 15 hezar lire alîkarî bê dayîn

Ümit Türk  | 06.09.2023 - Rojanekırın : 07.09.2023
Ji bo malbatên ku li Stenbolê lehiyê bandor li wan kir wê 15 hezar lire alîkarî bê dayîn

Istanbul

 Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku ji bo malbatên ku li Stenbolê baran û lehiyê bandor li wan kir, serê malê wê 15 hezar lire alîkarî bê dayîn.

Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xa medyaya civakî destnîşan kir ku li Stenbolê di pêşîkêşiya walîtiyê da qaymeqamtiyan piştî baran û lehiyê dest bi xebatên tesbîtkirina zirar û ziyanê kirine.

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku di destpêkê da ji bo malbatên ku li Stenbolê baran û lehiyê bandor li wan kir, ji AFADê 10 hezar û ji Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî 5 hezar wê serê malê 15 hezar lire alîkarî bê dayîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.