Jiyan

Ji bo hin parêzgehên li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hişyariya taviyê

Şaduman Türkay  | 17.03.2024 - Rojanekırın : 18.03.2024
Ji bo hin parêzgehên li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hişyariya taviyê

Ankara

Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo hin parêzgehên li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hişyariya taviyeke giran da.

Li gorî daxuyaniya meteorolojiyê, sibê dê li rojhilatê Şanliurfayê û her wiha li Diyarbekir, Batman, Mêrdîn, Sêrt û rojavayê Şirnexê taviyeke giran tê.

Her wisa tê texmînkirin li Hekarî, Bidlîs, başûrê Mûşê, başûr û rojavayê Wanê, Sêrt û rojhilatê Şirnexê jî taviyeke giran a şilopeyê tê û li cihê bilind jî berf dê bibare.

Hat diyarkirin, 19ê Adarê roja sêşemê serê sibehê li rojavayê herêmê, berêvarê jî li rojhilatê herêmê tesîra taviya giran dê bişikê, lêbelê di vê maweyê da li hemberî rewşên muhtemel ên wekî lehî, hezaz, şepe û astengiyên di veguhestinê da welatî û divê baldar û bi tedbîr bin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın