Ji ber êrîşên Îsraîlê li Xezeyê 8 jê kesên li benda alîkariya însanî bûn 9 kes hatin kuştin

Gazze
Ji serê sibehê da ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê yên dawîn li herêmên curbecur yên li Xeta Xezeyê 8 jê kesên li benda alîkariya însanî bûn 9 Filistînî hatin kuştin.
Îsraîl li Xeta Xezeyê ya dorpêçkirî êrîşên xwe yên dijî sivîlan didomîne.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên nexweşxaneyê û şahidan hilda, artêşa Îsraîlê li herêmên curbecur yên li Xeta Xezeyê êrîşî mal û çadirên Filistîniyan û kesên ji cî û warê xwe bûne û li benda alîkariyê ne, kir.
Ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê ku ji serê sibehê da dijî herêmên curbecur yên li Xeta Xezeyê li dar xist, 8 jê kesên li benda alîkariya însanî bûn 9 Filistînî hatin kuştin.
Ji ber êrîşan gelek kes jî birîndar bûn.
Li Xeta Xezeyê ku ji ber êrîş û dorpêça Îsraîlê bi xelayê ra rû bi rû ye, di 24 saetên dawîn da 11 Filistîniyên din jî ji birçîna mirin
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.