Hunermendê şanoyê yê Filistînî rojbûna Hz. Îsa adapteyî Filistîna niha kir

Quds
Hunermendên şanoyê yên Xirîstiyan ên Filistînî, di çarçoveya çalakiyên Cejna Noelê da li ser sehneyê lîstika şanoyê lîstin ku rojbûna Hz. Îsa li Filistîna niha teswîr dike.
Li welatên Xirîstiyanan di dema Noelê da kuçe û kolan tên xemilandin û diçilwilin, lê Noela Xirîstiyanên li Filistîna Hz. Îsa lê jidayik bûye, di bin siya qetlîamên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da ma.
Dêrên li Filistînê ji ber qetlîamên Îsraîlê yên li Xezeyê, pîrozbahiyên Noelê bi tenê bi îlahî û diayan sînordar kirin û pîrozbahiyên bi debdebe nayên kirin.
Lîstikvanên Navenda Çandê ya Es-Sebîlê ya Xirîstiyanên Filistînî, li Şanoya Notre Dame ya li Qudsa Rojhilat a dagirkirî, şanoya bi navê "Emmanuel" lîst ku bûyîna Hz. Îsa ya di şert û mercên Filistîna îro roj da teswîr dike.
Lîstika bi sernavê "Ji kavilê kul û birînan hêviyek hiltê", bûyîna Hz. Îsa ya li xaka Filistînê ya niha ya wêranbûyî teswîr dike.
Derhênerê lîstikê Îmad Atallah di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir, şano, bûyîna Îsa Mesîh û şertên Filistînî niha tê da ne rave dike.
Atallah wiha axivî, "Lîstik, bûyîna Mîrê me Mesîh a di nav wan şertan da ên em dijîn rave dike. Em dizanin ku Mîrê me Mesîh di şikeftekê da ji dayik bûye. Me jî ev şikeft di atmosfera îro roj da teswîr kir."