Dinya

HKIyê daxuyand li pişt êrîşa dijî berpirsê PDKê PKKya rêxistina terorê heye

Ekip  | 16.07.2024 - Rojanekırın : 24.07.2024
HKIyê daxuyand li pişt êrîşa dijî berpirsê PDKê PKKya rêxistina terorê heye

Arbil

Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) daxuyand li pişt êrîşa ku li Kelara navçeya Silêmaniyê dijî berpirsê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) PKKya rêxistina terorê heye.

Yekeya Dijî Terorê ya HKIyê li ser hesabê xwe Facebookê daxuyaniya Encumena Asayişa HKIyê ya derbarê mijarê da weşand.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku PKKya rêxistina terorê di 3 salên dawîn da hewl daye li HKIyê gelek êrîş li dijî welatî û hêzên ewlekariyê li dar bixe û herwiha hat destnîşankirin ku êrîşa ku duhê li navçeya Kelarê li dijî Ekrem Salihê berpirsê PDKê hat lidarxistin bi destê PKKyê bûye.

Di daxuyaniyê da tekezî li wê yekê hat kirin ku PKKya rêxistina terorê siberoja herêmê dixe metirsiyê û ewê êrîşên wê bê bersiv nemînin."

Di daxuyaniyê da bal bo wê yekê hat kişandin ku PKKya rêxistina terorê di asta navneteweyî da, di nava kiryarên firotin û belavkirina hişbirê da jî cih digire.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın