HKI: Yek ne tê da bi hemû şirketan ra peymana îxracata neftê hat îmzekirin
Arbil
Wezareta Çavkaniyên Siruştî ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) daxuyand, ji bo ku îxracata neftê dest pê bike bi şirketên xwecî û biyanî ra peyman hat îmzekirin, ji bo ku herikîna neftê di demeke herî kin da dest pê bike, biryara Wezareta Neftê ya Iraqê tê payîn.
Li gor medyaya herêmî, Wezareta Çavkaniyên Siruştî ya HKIyê der barê îxracata neftê da daxuyanî da.
Li gor daxuyaniyê ji bo ku îxracata neftê dest pê bike, Wezareta Çavkaniyên Siruştî ya HKIyê hemû berpirsyarî bi cih anîn, yek ne tê da bi hemû şirketan ra peymana îxracata neftê hat îmzekirin û belge ji Wezareta Neftê ya Iraqê ra hatin şandin.
Di daxuyaniyê da hat gotin, tesîra şirketa biyanî ya ku peyman îmze nekir, wê li ser pêvajoya herikîna neftê çênebe û ji bo ku neft di dema herî kin da dest pê bike û biherike, biryara Wezareta Neftê ya Iraqê tê payîn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
