Heyeta DEM Partiyê Serokê TBMMyê Numan Kurtulmuş ziyaret kir

TBMM
Cîgirseroka Koma DEM Partiyê Gulistina Kiliç Koçyigitê der barê komîsyona tê plankirin ku di çarçoveya hedefa Tirkiyeya bêteror da li Meclisê bê avakirin da got ku "Ji bo me xala herî girîng ew e ku hemû mixalefet û koma îqtidarê jî di mijara avakirina komîsyonê da wekî hev bifikirin. Mutebqata ji bo bi lez avakirina wê jî ji bo me gelekî girîng e. Em li bendê ne ku bi lez bê avakirin û havînê jî bixebite."
Koçyîgîtê bi Parlamentera Mêrdînê Salîhe Aydeniz ra ji bo ku pêşniyazên xwe yên der barê komîsyona tê plankirin ku di çarçoveya hedefa Tirkiyeya Bêteror da li Meclisê bê avakirin pêşkêş bikin Serokê TBMMyê Numan Kurtulmuş ziyaret kir.
Koçyîgîtê piştî ziyaretp daxuyanî dan û bi bîr xist ku demek dirêj e ku nîqaşên komîsyonê dewam dikin û Kurtulmuş bi cîgirserokên komên partiyan ra jî der barê mijarê da hevdîtin kir.
Koçyîgîtê diyar kir ku Kurtulmuş ji her partiyê nêrînên wan xwest û got ku "Me pêşniyazên xwe hem bi devkî hem jî dibare got hem jî wekî dosyeyeke nivîskî pêşkêş kir."
Koçyîgîtê bi awayekî lez avakirina komîsyonê û girîngiya xebatên komîsyonê destnîşan kir û got pêşaniyê didin ku komîsyon bi qanûnê bê avakirin, komîsyoneke demokratîk û pluralist be, bicîanîna xebatên ku dê piştgiriyê bidin pêvajoyê ji bo wan gelekî girîng e.
Koçyîgîtê got ku "Li pêş me pêvajoyek heye." û behs kir ku hewcehî bi mekanîzmayên ku dê vê pêvajoyê bike malê civakê, bi taybetî piştgiriya mixalefetê ya çalak nîşan bide heye.
Koçyîgîtê da zanîn ku piştî pêşniyazên hatin kirin dê nirxandineke nû bikin û bi Serokê TBMMyê Kurtulmuş ra hevdîtineke nû bikin.
- "Divê bingeheke qanûnî ya vê komîsyonê hebe"
Koçyîgîtê pirsa rojnamevanekî ya der barê jimara endamên komîsyonê da bersivand û got ku her kes mutabiq e ku divê zehf qerebalix nebe. Koçyîgîtê got ku "Jimareke di navbera 35 û 40î da wek jimara maqul ji hêla hemû partiyan va tê qebûlkirin lê em ê dîsa hemû bi hev ra bi nîqaşê biryar bidin ka dê ev çend be. Em wisa difikirin piştî ku pêşniyazên hemû partiyan hatin dê di vê mijarê da lihevkirinek çêbe."
Ji Koçyîgîtê pêşniyazên wê yên berbiçav ên der barê komîsyonê da hat pirsîn, li ser vê wiha axivî:
"Biqasî ku mimkûn e divê beşdariyeke demokratîk, mekanîzmayeke biryardayînê ya demokratîk esas bigire. Di encamê da divê komîsyoneke ku dikare pêvajoyê hêsan bike, ji hêla verastkirinên qanûnî va dikare pêşniyazan bike, bingeha wê ya qanûnî hebe. Divê bingeheke qanûnî ya vê komîsyonê hebe. Serenavên din tev dê bi hev ra bên axaftin, bi hev ra bên nîqaşkirin. Birastî em wekî madeyeke bigoşe pêşlêşkirinê dûr disekinin. Ji bo me xala herî girîng ew e ku hemû mixalefet û koma îqtidarê jî di mijara avakirina komîsyonê da wekî hev bifikirin. Mutebqata ji bo bi lez avakirina wê jî ji bo me gelekî girîng e. Em li bendê ne ku bi lez bê avakirin û havînê jî bixebite."
Koçyîgîtê da zanîn ku teqwîma der barê hevdîtina heyeta DEM Partiyê ya bi serokên giştî yên partiyên mixalefetê ra hê diyar nebûye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.