Dinya

Hemas: Ji bo zêdetir dîl bên berdan em hewl didin "navberdayina mirovî" dirêj bikin

Hacer Başer  | 27.11.2023 - Rojanekırın : 27.11.2023
Hemas: Ji bo zêdetir dîl bên berdan em hewl didin "navberdayina mirovî" dirêj bikin

Gazze

 Hemasê ragihand ku ji bo zêdetir dîl bên berdan ew hewl didin "navberdayina mirovî" ya ku ji pevçûnên bi Îsraîlê re hat dayin, dirêj bikin.

Hemas di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ji bo zêdetir dîl bên berdan ew hewl didin lihevkirina ku berdêlîkirina dîlan û "navberdayina mirovî" ji pevçûnên bi Îsraîlê re di xwe de digire, dirêj bikin.

Lihevkirina li ser "navberdayina mirovî" bi qasî 4 rojan ji pevçûnên di navbera Îsraîl û Hemasê de, 24ê Mijdarê roja Îniyê saet 07.00ê (bi dema Tirkiyeyê 08.00ê) ket rewacê.

Li gorî lihevkirinê li beramber 50 dîlên di destê Hemasê de ewê 150 Filistîniyên di girtîgehên Îsraîlê de bên berdan. Dîlên ku bên berdan ji herdu aliyan ji jin û zarokan pêk tên.

Hemasê ragihandibû "navberdayina mirovî" wê yekê jî di xwe de digire ku rojane 200 TIRên alîkariyê û 4 tankerên sûtemeniyê yên ku ji bo Xezeyê hatin şandin, bikevin Xeta Xezeyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın