Dinya

Hemasê bangewazî li saziyên medyayê kir: Ji bo hûn mezinahiya wêrankariyê bibînin werin Xeta Xezeyê

Ahmed Gouda, Ali Semerci  | 29.11.2023 - Rojanekırın : 01.12.2023
Hemasê bangewazî li saziyên medyayê kir: Ji bo hûn mezinahiya wêrankariyê bibînin werin Xeta Xezeyê

Gazze

 Hemasê ji bo dîtina mezinahiya wêrankariya ku ji 7ê cotmehê ji destpêka êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê ve çêbû, rojnamevan û saziyên medyayê bo herêmê vexwendin.

Hemasê di daxuyeniyeke xwe ya li ser hesabê Telegramê de got, "Em bangewaziyê li rojnamevan û saziyên medyayê yên navneteweyî dikin. Werin vê derê mezinahiya wêrankariya artêşa dagirker, artêşa Naziyê ya ku ki dijî zarokan, sivîlên bêguneh û hemî binesaziyê dike bibînin."

Di daxuyaniyê de pesendiya wê yekê hat kirin ku li herêma Sebrayê û li herêmên din ên Xezeyê di binê kavilan de cesedê bi dehan Filistîniyî hat dîtin.

Her wiha tekezî li wê yekê hat kirin ku li dijî Zanîngeha Îslamî ya Xezeyê ku yek ji girîngtirîn saziyên zanistê ye wêrankariyeke mezin hat kirin û gelê Xezeyê rûbirû dehşeteke mezin e.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku mebesta van tiştên ku dikin ew e; bi qesdî hemî tesîsên jiyanê û yên binesaziyê xirab bikin û xelkê Xezeyê neçarî koçê bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın