Hejmara Filistîniyên ku di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê da hatin kuştin derket 48 hezar û 346an

Gazze
Li Xeta Xezeyê ya ku piştî êrîşên artêşa Îsraîlê yên ku 471 rojan dewam kir û agirbest çêbû, di 24 saetên dawî da cinazeyên 5 Filistîniyan ên ji binê xirbeyan hatine derxistin û cinazeyên 2 Filistîniyan ên ku ji hêla eskerên Îsraîlê va hatine kuştin, rakirin nexweşxaneyan.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê piştî agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê ya ku di 19yê Çileya Paşîn da çêbû, der barê kesên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê da hatine kuştin û birîndar bûne da agahiyên nû parve kir.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku di 24 saetên dawî da cinazeyên 5 Filistîniyan ên ji binê xirbeyan hatine derxistin û cinazeyên 2 Filistîniyan ên ku ji hêla eskerên Îsraîlê va hatine kuştin, rakirin nexweşxaneyan.
Hat destnîşankirin ku li Xeta Xezeyê ji 7ê Cotmeha 2023yan heta 19ê Çileya Paşîn a ku agirbest çêbû û vir va hejmara Filistîniyên ku di êrîşên Îsraîlê da hatine kuştin derket 48 hezar û 346an, hejmara birîndaran jî bû 111 hezar û 759.
Di navbera Îsraîl û Hemasê da her çiqas agirbest çêbibe û peymana pevguhertîna dîlan ketibe rewacê jî, Îsraîl li Xezeyê gelek caran agirbestê binpê dike.