Dinya

Hat ragihandin li Behra Spî balafireke eskerî ya Amerîkayê ket

Feyzullah Yarımbaş  | 12.11.2023 - Rojanekırın : 13.11.2023
Hat ragihandin li Behra Spî balafireke eskerî ya Amerîkayê ket

Ankara

 Hat ragihandin, di 10ê Mijdarê da li Behra Spî balafireke eskerî ya Amerîkayê ket.

Di daxuyaniya Fermandariya Ewropayê ya Amerîkayê ya ku navenda wê li bajarê Stuttgartê yê Almanyayê ye da hat destnîşankirin, balafireke eskerî ya Amerîkayê ya li Behra Spî ya Rojhilat fealiyetên perwerdeyê dimeşand, êvara înê ket xwarê.

Di daxuyaniyê da hat balkişandin, ji ber rêza ji bo malbatan, der heqê rewşa personelê eskerî yên qezayê tesîr li wan kir da agahî dê neyê dayîn, lêbelê bi qasî dixuyê qeza ji ber çalakiyeke dijminane çênebûye.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın