Hêzên ewlekariyê yên HKIyê bo hilbijartina parlementeriyê ku wê 20ê cotmehê bê kirin, dest bi dengdanê kirin

Baghdad
Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji bo hilbijartina parlementeriyê ya ku biryar e 20ê cotmehê bê encamdan, hêzên ewlekariyê dest bi dengdanê kirin.
Li HKIyê beriya hilbijartina parlementeriyê ya ku dê 20ê cotmehê bê encamdan, 215 hezar û 960 hêzên ewlekariyê dê heta saet 18.00ê li navendên hilbijartinê dengê xwe bidin.
Hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistana Iraqê ya ji bo serdema 6emîn, ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Serbixwe ya Iraqê va tê şopandin.