Hêzên ewlehiya Sûriyeyê ketin gundê Eynulereba ku rêxistina terorê YPGyê dagir kiriye
Halab
Hat ragihandin, di çarçoveya mitabaqata ku hikûmeta Sûriyeyê û rêxistina terorê YPGyê îmze kiriye da Hêzên Asayîşa Navxweyî li başûrê navçeya Eynulerebê ku dikeve bakurê Sûriyeyê û rêxistina terorê dagir kiriye, ketin gundê Şuyukê.
Konvoya ku ji hêzên asayîşê yên Wezareta Karên Navxweyî ya Sûriyeyê pêk tê, ket gundê Şuyuka ku di binê dagirkirina YPGyê da ye û li herêmê dest bicihbûnê kir.
Li gor El-Îxbariyeya têlevîzyona dewletê ya Sûriyeyê, Hêzên Asayîşa Navxweyî li herêma Şuyukê bi cih bû. Piştî ku hêz ketin herêmê, li derdorê tevdîrên ewlehiyê hatin zêdekirin.
Nûçegihanê AAyê yê li herêmê ragihand, konvoyeke alîkariya însanî ku ji 24 kamyonetan pêk hat û pankartên saziyên cuda yên girêdayî Neteweyên Yekbûyî pê va bûn jî bi heman awayî ket gund.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
