Hêzên Îsraîlê ji duh sibê vir va li Xezeyê 80 Filistînî kuştin

Gazze
XEZE (AA) - Hat ragihandin ku Îsraîlê ji duh sibê vir va li çendîn herêmên Xeta Xezeyê di êrîşan da 80 Filistînî kuştin, gelek kes jî birîndar kirin.
Li Xeta Xezeyê Berdevkê Midûriya Parastina Sivîlan a Filistînê Mehmûd Basal der barê êrîşên ku li dijî çendîn herêmên Xezeyê hatin kirin da daxuyaniya nivîskî da.
Li gor daxuyaniya Basal, li bakurê di 4 êrîşên esmanî yên ku artêşa Îsraîlê birin ser bajarê Xezeyê da 32 Filistînî hatin kuştin. Li bajarê Xan Yûnisê jî di 7 êrîşên artêşa Îsraîlê da 30 kes hatin kuştin. Li naverasta Xeta Xezeyê, bajarê Naverastê jî di 4 êrîşên Îsraîlê da 17 Filistînî hatin kuştin.
Di van êrîşên Îsraîlê da gelek kes jî birîndar bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.