Dinya

Hêzên Îsraîlê avêtin ser Kampa Penaberan a Cenînê û 10 Filistînî kuştin

Mücahit Aydemir  | 09.11.2023 - Rojanekırın : 09.11.2023
Hêzên Îsraîlê avêtin ser Kampa Penaberan a Cenînê û 10 Filistînî kuştin

Quds

Hêzên Îsraîlê li ser Kampa Penaberan ya Cenînê ya li Şerîeya Rojava da girtin, 10 Filistînî kuştin û 20 Filistînî jî birîndar kirin.

Hêzên Îsraîlê li ser bajarê Cenînê û Kampa Penaberan ya Cenînê da girtin.

Di navbera eskerên Îsraîlê û Filistîniyan da pevçûn derket, eskeran guleyên rastîn berdan ser Filistîniyan.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, eskerên Îsraîlê li Cenînê 10 Filistînî kuştin û 20 Filistînî jî birîndar kirin. Hat ragihandin ku rewşa çend birîndaran giran e.

Hîva Sor a Filistînê jî daxuyand ku li Cenînê eskeran gule berdan ambulanseke wan û gule li pişta xebatkarekî tenduristiyê ket û ew birîndar kir.

Şahidên bûyerê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyandin ku artêşa Îsraîlê di êrîşan da wesayîta esmanî ya bêfirokevan a çekdar (SÎHA) bi kar anî.

Hejmara Filistîniyên ku ji 7ê Cotmehê vir va li Şerîaya Rojava û Qudsê hatin kuştin derket 175an.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.