Hêmanên sîtola Îsraîlê yên Fîloya Sumûdê ya Kurewî dorpêç kirin bi dereqanûnî keştiyan bi dest dixin
Ankara
Hêmanên sîtola Îsraîlê ya ku Fîloya Sûmudê ya Kurewî ya ji bo şikandina dorpêçiyê û gihandina alîkariya însanî ber bi Xezeyê va diçe bi awayekî dereqanûnî dest bi bidestxistina keştiyan kir.
Ji ser hesabê fîloyê ya li ser platforma çapemeniya civakî ya şirketa Xê ya navenda wê Amerîka ye daxuyaniya "Keştiyên me bi awayekî dereqanûnî hatin dorpêçkirin. Kamera naxebitin û personelên eskerî derketin keştiyan."
Di daxuyaniyê da agahî hat dayîn ku ji bo teyîtkirina rewş û ewlehiya hemû rêwiyên di keştiyê da dixebitin.
Çend aktîvîstên ku di Fîloya Sumûdê ya Kurewî da cî digirin û AAyê bi wna ra têkilî datinî jî ragihand ku sîtola Îsraîlê êrîşên ku keştiyên girêdayî fîloyê hedef digire dikin.
Hat ragihandin ku hêmanên artêşa Îsraîlê yek bi yek keştiyên ku aktîvîst tê da ne bi dest dixin.
