Dinya

Gold Apolloyê daxuyand ku cîhazên ragihandinê yên li Libnanê hatin teqandin wan çênekirine û bal kişand ser şirketa BACê

Dilara Karataş  | 18.09.2024 - Rojanekırın : 18.09.2024
Gold Apolloyê daxuyand ku cîhazên ragihandinê yên li Libnanê hatin teqandin wan çênekirine û bal kişand ser şirketa BACê

Ankara

 Şirketa Goldê ya ku navenda wê li Tayvanê ye, diyar kir cîhazên ku li Libnanê ser gelek mensûbên Hizbullahê hatin teqandin wan bi xwe çênekirine û bal kişand ser fîrmaya bi navê "BAC"ê ku wan lîsansa marqeyê dayê.

Şirketa Gold Apolloyê daxuyaniya nivîskî da û diyar kir, di çêkirina cîhazên ragihandinê yên ku modela wan "AR924" e da tu rayeya wan tuneye.

Di daxuyaniyê da hat gotin, "Em tenê rayeya marqeyê didin û em bi tu awayî tevî sêwirandina vê cîhazê yan jî çêkirina wê nabin." û hat destnîşankirin ku ew tenê rayeya bikaranînê ya lîsansa marqeyê didin şirketa bi navê "BAC"ê û ew jî çêdikin.

Li gor nûçeyên çapemeniya Tayvanê jî Rêvebirê Gold Apollo Hsu Ching Kuang civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku ev cîhaz ne li Tayvanê, li dervayî welêt tên çêkirin.

- Teqandina cîhazên ragihandinê

Li Libnanê duh di heman demê da cîhazên ragihandinê yên ku mensûbên Hizbullahê bi kar dianîn, hatin teqandin.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê diyar kiribû ku di encama teqandina cîhazan da 1 jê zarok 9 kes hatin kuştin, rewşa bi qasî 200 kesan giran e û nêzî 2 hezar û 800 kes jî birîndar bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.