Tirkiye

Germahiya hewayê li seranserê welêt wê li ser şertên demsalî be

Ayşe Karaosmanoğlu  | 31.10.2025 - Rojanekırın : 02.11.2025
Germahiya hewayê li seranserê welêt wê li ser şertên demsalî be

Ankara

 Li Tirkiyeyê germahiya hewayê vê hefteyê ji şertên demsalî bilindtir bû.

Fevzî Burak Tekînê pêşbînvanê hewayê yê li Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê, der barê şert û mercên hewayê yên ku ji bo dawiya hefteyê û hefteya bê têne texmînkirin da nirxandinan da nûçegihanê AAyê.

Tekîn ragihand ku li seranserê welêt di dawiya hefteyê û roja duşemê da baran nayê û hewa wê nîvewrî be.

Fevzî Burak Tekîn diyar kir ku li hin deverên welêt, bi taybetî bi şev û sibehê tê payîn ku mij û dûman çêbibe.

Tekîn diyar kir ku germahiya hewayê wê tevahiya hefteyê li ser şertên demsalî bimîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın