Galatasarayê ragihand ku ji bo transfera Wilfried Zaha dest bi hevdîtinan kirine

Istanbul
Galatasarayê ragihand ku ji bo transfera Wilfried Zaha yê futbolîzê ji Komara Kotdîvwarê (Kenarê Ac) dest bi hevdîtinan kirine.
Di daxuyaniya Galatasaray Sportif AŞê ya ku ji Borsa ÎStanbûlê re şand û herwiha di Platforma Ronîkirina Rayagiştî de weşand de wiha hat gotin:
"Di warê transferkirina futbolîzê profesyonel Dazet Wilfried Armel Zaha ji bo kulûba me de, danûstanên fermî digel futbolîz destpê kirin."
Futbolîzê atakê yê 30 salî ku ev 9 sezon e di nava ekîba Îngilîz Crystal Palaceê de formeyê li ber dike, sezona raborî di 27 pêşbirkên lîgê de 7 gol avêtibûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.