Spor

Futbolîstên Galatasarayê ji bo pîrozbahiyên şampiyoniyê çûn RAMS Parkê

Can Öcal  | 27.05.2024 - Rojanekırın : 28.05.2024
Futbolîstên Galatasarayê ji bo pîrozbahiyên şampiyoniyê çûn RAMS Parkê

Istanbul

Futbolîstên tîma Galatasarayê ya di Lîga Super a Trendyolê ya 2023-2024an da bû şampiyon ji bo pîrozbahiyên şampiyoniyê çûn RAMS Parkê.

Futbolîstan li devê Lîseya Galatasarayê silav dan alîgirên tîma xwe û paşê li otobêsê sîwar bûn ku herin stadyumê.

Alîgirên Galatasarayê dora otobêsê civiyan û hezkirina xwe nîşan dan.

Otobêsa futbolîstên tîma sor û zer li ber derê lîseyê bi rê ket ku ji Osmanbey, Şîşlî, Mecîdiyekoy û Kolana Buyukdereyê derbas bibe û here RAMS Parkê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.