Spor

Foruma Etnosporê ya 7em li St. Petersburgê hat lidarxistin

- Serokê Konfederasyona Etnosporê ya Dinyayê Necmettîn Bîlal Erdogan: "Em ji bîr nekin ku em çiqas kevneşopiyên xwe biparêzin, em ê dahatûya xwe ya hevpar jî ewqas biparêzin"

Fatih Erel  | 20.04.2025 - Rojanekırın : 22.04.2025
Foruma Etnosporê ya 7em li St. Petersburgê hat lidarxistin Dünya Etnospor Konfederasyonu (DEK) Başkanı Necmeddin Bilal Erdoğan

Saint Petersburg City

Foruma Etnosporê ya 7emîn bi diruşmeya "Îhyaya Werzişên Kevneşopî" û bi beşdariya beşdarên ji 75 welatan va li bajarê St.Petersburgê hat lidarxistin.

Serokê Konfederasyona Etnosporê ya Dinyayê (DEK) Necmettîn Bîlal Erdogan di foruma ku Ajansa Anadoluyê (AA) bû "Hevkarê Ragihandinê ya Global" da axivî û wiha got: "Ji kerema xwe em ji bîr nekin ku em çiqas kevneşopiyên xwe biparêzin, em ê dahatûya xwe ya hevpar jî ewqas biparêzin."

7. Etnospor Forumu, St. Petersburg'da başladı

Erdogan wiha axivî: "Em wek Yekîtiya Etnosporê ya Dinyayê bi feraseteke ku li ser esasên kevneşopî, aşitî, rêzgirtin û hevgirtinê hatiye avakirin li vê mîrateyê xwedî derdikevin. Lewra em dizanin ku werzişên kevneşopî ne tenê çalakiyên fizîkî ne, ew di heman demê da ji nû ve avakirina têkiliyên qedîm in ku mirov bi xwe, siruşt û civakê ra ava dikin."

Erdogan beşdar vexwendin 7emîn Mihrîcana Çandê ya Etnosporê ya ku wê li Stenbolê bê lidarxistin û wiha got: "Bi vê wesîleyê ez we vedixwînim 7emîn Mihrîcana Çandê ya Etnosporê ya ku wê di 22-25ê Gulanê da li Stenbolê bê lidarxistin. Em ê gelekî kêfxweş bibin ku mêvandariya hemû reng û kevneşopiyên dinyayê bikin."

Erdogan wiha dewam kir: "Ji ber ku mazuvaniya vê foruma watedar kir ez ji dil spasiya Serokê Dewleta Rûsyayê Birêz Vladîmîr Putîn dikim. Ez spasiya Serokomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan dikim ku li Tirkiyeyê bi xurt werzişên kevneşopî diparêze. Her wiha spasiya Wezîrê Werzişê Mîkhaîl Degtyarev jî dikim ku di pêvajoya forumê da keda wî heye."

Mikhail Degtyarevê Wezîrê Werzişê yê Rûsyayê jî di destpêka axaftina xwe da spasiya Necmeddin Bilal Erdoganê Serokê DEKê kir ku Foruma Etnosporê ya 7em bi piştgiriya wî li bajarê St. Petersburgê hat lidarxistin.

Degtyarev wiha got, "Werziş, peywendiyên di nêv dewletan da xurt dike. Par gava min Lîstikên Koçberan ên li Qazaxistanê ziyaret kir, ez bûm şahidê vê."

Serdar Karagozê Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî yê Ajansa Anadoluyê jî beşdarî forumê bû.

Foruma ku dê du rojan bidome, dê bi rûniştin, panel û hevdîtinên stratejîk va siberoja werzişên edetî ronî bike.

Nûnerên 41 endamên saziyî yên ji welatên wekî Qazaxistan, Japonya, Meksîka, Qeter, Moxolistan, Arjantîn, Tirkiye, Tûnis, Polonya, Pakistan, Azerbeycan, Qirgizistan, Romanya, Rûsya, Tirkmenistan, Gurcistan, Macaristan û Ozbekistanê yên ku fealiyetên xwe di çarçoveya DEKê da didomînin jî beşdariya forumê dikin.

Ji xeynî van zêdetirî 10 wezîrên dewletan, peywirdarên dewletê yên ji 75 welatên cuda, nûnerên federasyonê, akademîsyen û lêkolînerên werzişa edetî jî di forumê da cih digirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.