FGN-100-d1a peyka ewil a Ferganî Uzayê şandin fezayê
- Ferganî Uzaya ku ji bo avakirina pergala bicîbûna kurewî ya ku ji peykên taxim pêk tê peyka xwe ya ewil bi peywira Transporter-12 a SpaceXê şand fezayê

Istanbul
FGN-100-d1a peyka ewil a Ferganî Fezayê ku Selçuk Bayraktarê Serokê Lijneya Birêvebiriyê ya Baykarê dike bi roketa Falcon 9 a SpaceXê ji ser baregeha Vandenbergê ya li Amerîkayê şandin fezayê.
FGN-100-d1 bi peywira Transporter-12 a Falcon 9ê şandin fezayê.
Di peywira Transporter-12 a ku li baregeha Vandenberga li Amerîkayê tê kirin da peykên kûp, peykên mîkro û wesayîtên rêgehê jî di nav da 131 bar cî girtin. Di nav van barab da bi FGN-100-d1a peyka ewil a Ferganî Uzayê ra peykên Plan-Sya ji şirketên di warê teknolojiya fezayê ya Tirkiyeyê da ye jî cî girtin.
Dîmenên der barê Transporter-12a ku bi serkeftî hat kirin ji ser hesabê Xê ya SpaceXê zindî hat weşandin.
Ceribandina agirpêxistina motora fezayê ya hîdrojen peroksît a a peyka Ferganî par meha gulanê bi serkeftî hatibû kirin. Selçuk Bayraktar diyar kiribû ku Ferganiyê ji bo avakirina pergala bicîbûna kurewî ya ku ji peykên taxim pêk tê avakirin.
Ferganî Uzay bi teknolojiyên xwe yên xweser û nûjenxwaz ên pêş dixe va armanc dike ku di warê barkêşiya fezayê û serwêsên peyka rêgehê yên nizim da çareseriyên domdar hilberîne û li dinyayê derkeve pêş.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.🛰 FGN-100-d1 uydumuzun yörünge yolculuğu…
— Fergani Space (@ferganispace_) January 14, 2025
🛰 Our FGN-100-d1 satellite’s journey to orbit…
🛜 #CanlıYayın - #LiveBroadcasthttps://t.co/Gp5BLo0ejv