Dinya

"Fîloya Azadiyê" ya ku dê alîkariyên însanî bibe Xezeyê amadehiyên xwe didomîne

- Ji Tevgera Fîloya Azadiyê ya Malezyayê Fauzîah Mohd Hesen: - "Îro fîloya azadiyê bi beşdariya dehan welat û sedan kesî va bi alîkariya însanî ya bi hezaran tonî va ji bo ku ji nû va derkeve rê amadehiyê dike"

Hamdi Dindirek  | 19.04.2024 - Rojanekırın : 20.04.2024
"Fîloya Azadiyê" ya ku dê alîkariyên însanî bibe Xezeyê amadehiyên xwe didomîne

Istanbul

Koalîsyona Fîloya Azadiyê ya Navneteweyî ya ku ji saziyên civakî yên sivîl ên ji 12 welatan pêk tê li Keştiya Behra Spî ya tê plankirin ku alîkariya însanî bibe Xezeyê amadehiyên xwe didomîne.

Li keştiya ku li tersaneyeke taybet a li Tuzlayê amadehiyên xwe didomîne civîna çapemeniyê hat lidarxistin û der barê fîloya ku dê ji bo alîkariyên însanî bibe Xezeyê derkeve rê û tê payîn ku 1000 kes beşdar bibin da agahî hat dayîn.

Di civîna ku ji Almanya, Malezya, Filistîn, Norwec, Arjantîn, Îspanya, Kanada û Afrîkaya Başûr gelek aktîvîst beşdar bûn da Ann Wrîghta dîplomata berê û eskerî ya teqawîd a Amerîkayî got ku vekirina kampanyaya "Fîloya Azadiya Xezeyê" kirin.

Wrîghtê got ku di sala 2010an da bi Mavî Marmar û 7 keştiyên din bi beşdariya dehan welatî derketin rê û ji nû va ji bo vê mîsyonê li vir in û ji bo ku xwe bidin nasîn bangî aktîvîstên piştgiriyê didin kampanyayê kir.

- "Bangewaziya herî girîng li herêmê pêkanîna agirbestê ye"

Fauzîah Mohd Hesena ji Tevgera Fîloya Azadiyê ya Malezyayê bal kişand ku polîtîkayên Îsraîlê yên li herêmê li ser kuştina jin, zarok û sivîlan hatiye avakirin û got ku "ro fîloya azadiyê bi beşdariya dehan welat û sedan kesî va bi alîkariya însanî ya bi hezaran tonî va ji bo ku ji nû va derkeve rê amadehiyê dike. Di nav vê mîsyonê da bangewaziya herî girîng pêkanîna agirbestê ye."

Hesenê got ku doxtor, parêzer, endezyar û profesor jî di nav da ji tevahiya dinyayê bi 280 kesî zêdetir kesên navdar va ji bo vê rêwîtiyê amadehî dikin.

- Bangewaziya alîkariya însanî ya bo Xezeyê

Torsteîn Dahleyê ji Tevgera Fîloya Azadiyê ya Norwecê jî got ku piştî qetlîam û komkujiya ku ji 6 mehan zêdetir e li herêmê dewam dike divê alîkariyên însanî bigihêjin Xezeyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.