Polîtîka

Fîdan:Ew kesên ku li ser piya ji Netanyahu ra li çepika dan wekî piştgirê kujerê destbixwîn di dîrokê da cihê xwe girtin

Tuğba Altun  | 25.07.2024 - Rojanekırın : 27.07.2024
Fîdan:Ew kesên ku li ser piya ji Netanyahu ra li çepika dan wekî piştgirê kujerê destbixwîn di dîrokê da cihê xwe girtin

Ankara

Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan derbarê axaftina Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu da ku li Kongreya Amerîkayê kir da wiha got: "Ew kesên ku li ser piya ji Netanyahu ra li çepika dan wekî piştgirê kujerê destbixwîn di dîrokê da cihê xwe girtin, mirovahiyê şahidiya ji holê rabûna pisûleya ehlaqî kir."

Fîdan li ser hesabê xwe yê X'a medyaya cîvakî daxuyand ku hejmara kesên li Xezeyê hatin kuştin gihişt 40 hezarî û bi milyonan Filistînî jî bê mal man, mecbûr man ku koç bikin.

Fîdan got ku di serî da Netanyahu û hemû rayedarên Îsraîlê ku mîmarê vê tabloyê ne, wê rojekê teqez derkevin pêşiya edaletê û hesabê vê bidin û wiha dewam kir:

"Ew kesên ku li ser piya ji Netanyahu ra li çepika dan wekî piştgirê kujerê destbixwîn di dîrokê da cihê xwe girtin, mirovahiyê şahidiya ji holê rabûna pisûleya ehlaqî kir."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.