Polîtîka

Erdogan: "Seba çareserkirina musîbeta ku 40 salên Tirkiyeyê, bi deh hezaran can tê da çûn, me gaveke cesûr avêt"

Fatma Sevinç Çetin, Muhammed Nuri Erdoğan  | 17.03.2025 - Rojanekırın : 18.03.2025
Erdogan: "Seba çareserkirina musîbeta ku 40 salên Tirkiyeyê, bi deh hezaran can tê da çûn, me gaveke cesûr avêt"

Ankara

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Kongreyê ya AK Partiyê bi Endamên Lijneya Biryarên Navendî û Rêvebirinê (MKYK) yên Şaxa Jin û Ciwanan û Qedemeya Sereke ra fitara xwe vekir û di bernameya fitarê da axivî.

Serokomar Erdogan diyar kir ku wan di nêzî 23 salan da li Tirkiyeyê îqlimeke wisa tesîs kir ku tu kes ne ji ber nîjada xwe, ne ji ber baweriya xwe û ne jî ji ber mezheb û meşrebê xwe nayên wêderkirin û wiha dewam kir:

"Wekî Îtifaqa Cumhûr di nava kordînasyonê da bi teşebisa Tirkiyeya Bêteror va seba çareserkirina musîbeta ku 40 salên Tirkiyeyê, bi deh hezaran can tê da çûn, me gaveke cesûr avêt. Bi heman awayî dixwestin fitneya mezhebkariyê ku herêma me ji hundir va pûç dike û wekî vîrusekê ye, bipeke welatê me; lê me ev fitne jî berteref kir. Bi polîtîkayên xwe yên ku meriv, merhamet, wijdan, edalet, heqaniyetê dixe bingeh va herêma me di serî da em li hemû dinyayê dilan dikirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.