Erdogan: "Ez gelekî kêfxweş im ku îro Norwec, Fînlandiya û Îspanyayê eşkere kirin ku dê dewleta Filistînê nas bikin"

Ankara
Serokomar Erdogan: "Ez gelekî kêfxweş im ku îro Norwec, Fînlandiya û Îspanyayê eşkere kirin ku dê dewleta Filistînê nas bikin"
Serokomar Recep Tayyip Erdogan, beşdarî Merasima Xelatên Başiyê ya Navneteweyî ku li Navenda Milet Kongre û Çandê ya Beştepeyê hat lidaxistin bû.
Serokomar Erdogan got, "Madeya jêneger a hevdîtinên ku em bi serokên biyanî ra dikin naskirina dewleta Filistînê û li Xezeyê rawestandina qetlîaman e.
Hêzên Rojavayî heta ku digel hemû şûmitî û bêperwabûna Netanyahu li pişt wî bin nikarin li Filistînê pêşî li qetlîaman bigrin."
Serokomar Erdogan bal kişand ser emperyalîzma siyonîst û wiha got:
"Heke emperyalîzma siyonîst wiha dewam bike ez eşkereyî dibêjim dinyaya me bergirtiyê pevçûnên nû ye
Bila tu kes tinazê xwe bi eqlê me neke. Di xwîna ku li Xezeyê diherike da biqasî dagirkeran webala kesên ku piştgiriya lojîstîk û eskerî didin wan jî heye"
Serokomar Erdogan wiha dewam kir: "Ji 7ê cotmehê vir va li ber çavê hemû dinyayê li Xezeyê yek ji komkujiyên herî hov yên sedsalê tê kirin"
- "Xezeyê guherandin goristaneke zarokan a mezin"
Serokomar Erdogan: "Xeze jixwe ji ber dorpêçiyê nexweşxaneyeke ser vekirî bû, di 229 rojên dawîn da Xezeyê guherandin goristaneke zarokan a mezin.
Em nikarin bibin ji wan ên dema cîranê wî birçî ye têr radizê, nikarin bibin wan kesên pişta xwe dizivire birayê xwe dibêje ji min ra çi, her pez ji lingê xwe tê daliqandin
Serokomar Erdogan diyar kir: "Hember birayên me yên Filistînî yên ku 76 sal e xeyala vegera mal û welatê xwe dikin berpirsyariya me heye. Em nikarin van tune bihesibînin û paşguh bikin"