Erdogan: "Ez bangî hemû aliyên xwedî wijdan dikim ku bila ji bo agirbestê destê xwe bixin bin kevir, berpirsyarî hildin"
Serokomar Erdogan got ku "(Xeze) Ez bangî hemû aliyên xwedî wijdan û berpirsyarî dikim ku di mijara bi lez tesîskirina agirbestê da destê xwe bixin bin kevir, berpirsyarî hildin"

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "(Xeze) Ez bangî hemû aliyên xwedî wijdan û berpirsyarî dikim ku di mijara bi lez tesîskirina agirbestê da destê xwe bixin bin kevir, berpirsyarî hildin."
Serokomar Erdogan bi Serokomarê Ozbekistanê Şevket Mîrziyoyev ra di civîna çapemeniyê ya hevpar da axivî.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da li ser Xezeyê sekinî û got ku "Welatên ku di qetlîamên wî da piştgiriya çek û cebilxaneyê didinê divê êdî nebin şirîkê vê sûcê. Ez bangî hemû aliyên xwedî wijdan û berpirsyarî dikim ku di mijara bi lez tesîskirina agirbestê da destê xwe bixin bin kevir, berpirsyarî hildin."
Serokomarê Ozbekistanê Mîrziyoyev jî di axaftina xwe ya di civînê da got ku "
"(Bi Serokomar Erdogan ra) Me di mijara kûrkirina hevkariya stratejîk a berfireh da belgeya dîrokî îmze kir."
Mîrziyoyev got ku "(Li Xezeyê) Ji bo ku bigihêjin aştiya biîstiqrar û mayînde helbet şert e ku Dewleta Filistînê ya serbixwe û azad bê avakirin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.