Tirkiye

Dijî kampusa Kahramankazanê ya TUSAŞê êrîşa terorê

- Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya: "Mixabin jimara şehîdên me bû 5. Jimara birîndarên me bi tevahî 22 ye"

Hüseyin Cem Dağıstanlı, Buğrahan Ayhan  | 23.10.2024 - Rojanekırın : 24.10.2024
Dijî kampusa Kahramankazanê ya TUSAŞê êrîşa terorê

Ankara

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku di êrîşa terorê ya dijî kampusa Kahramankazanê ya Şirketa Anonîm a Hewageriya Tirk û Sanayiya Fezayê ya Tirkiyeyê (TUSAŞ) da 5 kes şehîd ketin, 22 kes jî birîndar bûn.

Yerlîkaya bi Waliyê Enqereyê Vasîp Şahîn û Serokê Pîşesaziya Parastinê yê Serokomariyê Haluk Gorgun ra li Nexweşxaneya Bajêr a Bîlkentê welatiyên ku di êrîşa terorê da birîndar bûn ziyaret kirin.

Yerlîkaya piştî ziyaretê daxuyanî dan û diyar kir ku 7 kesên di êrîşê da birîndar bûn li vê nexweşxaneyê ne û got ku ji birîndaran bi 4 kesan ra hevdîtin kirin û rewşa wan baş e.

Yerlîkaya ji ber xebata wan a heasa spasiya doxtorên li Nexweşxaneya Bajêr a Bîlkentê kir û got ku "Mixabin jimara şehîdên me bû 5. Jimara birîndaran bi tevahî 22 ye. 7 birîndarên me li vir in, nexweşekî me ji nexweşxaneyê hat derxistin, 2 jê jî dê ji nexweşxaneyê bên derxistin, 19 birîndarên me li nexweşxaneyan tên dermankirin."

Yerlîkaya agahî da ku ji birîndaran rewşa 2 kesan xedar e yek jê li Nexweşxaneya Bajêr a Bîlkentê, yê din li Nexweşxaneya Etlîkê tên dermankirin û got ku dê biçin Etlîkê jî ê ziyaretan bikin.

Yerlîkaya bi bîr xist ku di daxuyaniyên xwe yên li ber derê TUSAŞê da agahî dan ku yek jê jin 2 terorîst kuştî hatin bidestxistin û got ku "Xebatên nasnameyê, pêvajoya tesbîtkirina der barê şopa tiliyê dewam dike. Ev dema diyar bin em ê nasnameyên wan û ka kîjan rêxistina terorê kiriye van agahiyan bi we ra parve bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.