Çand û huner

Di vekolanên li Keleha Bajarê Kevin a Xelatê da sarinceke avê derket holê

Şener Toktaş  | 05.10.2024 - Rojanekırın : 12.10.2024
Di vekolanên li Keleha Bajarê Kevin a Xelatê da sarinceke avê derket holê

Bitlis

 Li Xelata navçeya Bidlîsê di vekolanên li Keleha Bajarê Kevin a Xelatê da sarinceke avê derket rûyê erdê.

Li Xelata ku mazûvaniya gelek şaristaniyên kevin kiriye, xebatên şûnwarnasiyê ku bi seroktiya Endamê Hîndekariyê yê Beşa Dîroka Hunerê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Dr. Mehmet Kulaz ku bi îzna Wezareta Çand û Geştiyariyê dimeşîne berdewam in.

Li keleha ku tê nirxandin di dîrokê da weke navenda rêveberiyê hatiye bikaranîn, bi xebatên akademîsyenên pispor daneyên giring bi dest dikevin.

Di vekolanên şûnwarnasiyê yên li girê Serdema Bronzê ya Destpêkê ya di binê kelehê da, li ser rûyê girik û di nava tebeqeyên wê da sarinceke avê ku di Serdema Navîn da hatiye çêkirin derket holê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.