Tirkiye

Di operasyona rêxistina sûc a ku navenda wê Stenbol e da ji 43 bersûcên girt, 22 bersûc hatin tewqûfkirin

Zeynep Yeşildal  | 03.10.2023 - Rojanekırın : 04.10.2023
Di operasyona rêxistina sûc a ku navenda wê Stenbol e da ji 43 bersûcên girt, 22 bersûc hatin tewqûfkirin

Istanbul

 Stenbol navend, li 7 bajaran dijî rêxistina sûc a organîze operasyon hat kirin û ji 43 gumanbarên ku di operasyonê da hatin binçavkirin, 22 gumanbar hatin tewqûfkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dimeşîne da 43 bersûc hatin girtin. Di nav wan da rêvebir û endamên rêxistina sûc a ku di raya giştî da wekî "Şahînler" tê zanîn jî hene.

Gumanbaran îfade da dozgerê komarê yê ku lêpirsînê dimeşîne û ji gumanbaran 3 kes hatin berdan, 40 kes ji ber sûcên wekî "avakirin, rêvebirin û endambûna rêxistina sûc a çekdar", "talan", "pêşîlêgirtina azadiya kesan" sewqî dadgeriya nobedar kirin.

Bersûc sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Nobedar a Stenbolê û 22 bersûc hatin tewqûfkirin, 18 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Di nava bersûcên ku hatin tewqûfkirin da serkirdeyê rêxistinê Mehmet Şahîn jî heye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.