Di operasyonên "Narkokapan-5"ê da 1713 berşik hatin qefaltin

Ankara
Wezîrê Karên Navxweyî Ali Yerlikaya ragihand, di operasyonên Narkokapan-5"ê da yên 77 parêzgehan hatin lidarxistin û du hefte ne didomin, 1713 berşik hatin qefaltin.
Yerlikaya di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir ku di kordîneya serdozgeriyên komarê û Daîreya Dijî Sûcên Narkotîk a Midûriyeta Ewlekariya Giştî da Enqere, Stenbol, Îzmir, Gazîentab, Qonya û Edene di serî da li 77 parêzgehan operasyonên "Narkokapan-5"ê hatin lidarxistin.
Yerlikaya bal kişand ku di operasyonan da yên du hefte ne didomin, 839 kîlogram hişbir û milyonek û 168 hezar û 42 hebên hişbir hatin bidestxistin û her wiha 1713 berşik jî hatin qefaltin.