Di operasyonên "Narkoçelîk-17"yê da tonek û 23 kîlo metamfetamîn hat bidestxistin

Ankara
ANKARA (AA) - Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku di operasyonên "Narkoçelîk-17yê yên ku Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê li dijî bazirganên hişbirê kir da tonek û 23 kîlo metamfetamîn hat bidestxistin û jê yek welatiyê biyanî 6 çêkerên hişbirê hatin girtin.
Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand ku piştî xebatên ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîk a Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê ya di bin serkêşiya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, li Kagithane û Beylikduzuya navçeyên Stenbolê û Gudul û Golbaşiya navçeyên Enqereyê li 10 navnîşan û di 4 wesayîtan da operasyon hatin lidarxistin.
Wezîr Yerlîkaya destnîşan kir ku di operasyonan da 808 kîlo metamfetamîna avkî, 60 kîlo metamfetamîna krîstal, 136 kîlo aseton û gelek esrar hatin bidestxistin.
Yerlîkaya wiha got: "Di operasyona ku li navnîşaneke Avcilara navçeya Stenbolê hat kirin da 147,5 kîlo metamfetamîna avkî û 7,5 kîlo metamfetamîna krîstal hat qefaltin. Di operasyonê da çekeke bê ruxset û terazûya hesas hat bidestxistin. Ez Serdozgeriya me ya Komarê ya Stenbolê û polêsên me yên qehreman ên ku operasyon li dar xistine pîroz dikim. Diayên miletê me bi we ra ye."
Wezîr Yerlîkaya daxuyand ku jê yek biyanî 6 kesên ku hişbirê çêdikin jî hatin girtin û ew ê têkoşîna xwe her tim bidomînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.