Tirkiye

Di operasyonên "Kuyu"yê yên ku li dijî rêxistinên sûcên organîze hatin kirin da 91 şikbar hatin girtin

Cankut Taşdan  | 14.10.2024 - Rojanekırın : 15.10.2024
Di operasyonên "Kuyu"yê yên ku li dijî rêxistinên sûcên organîze hatin kirin da 91 şikbar hatin girtin

Ankara

ANKARA (AA) - Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku di operasyonên "Kuyu-34" û "Kuyu-35" yên ku li 6 bajaran li dijî 6 rêxistinên sûcên organîze hatin kirin da 91 şikbar hatin girtin.

Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand ku li dijî 6 rêxistinên sûcên organîze yên ku li Kahramanmaraşê serkirdeyê wê Muhammed Kaya, li Mêrsînê serkirdeyê wê Hasan Sagsiz, li Denizliyê serkirdeyê wê Niyazî Donmez, li Antalyayê serkirdeyê wê Mustafa Akel, li Gazîentabê serkirdeyê wê Umît Oge û li Stenbolê jî serkirdeyê wê Turgut Yalçin e "operasyonên bi plan û proje" hatin kirin.

Wezîr Yerlîkaya da zanîn ku ji 115 şikbarên ku di operasyonan da hatin binçavkirin jê 91 kes hatin girtin û ji bo 24 şikbaran jî biryara kontrola edlî hat dayîn.

Yerlîkaya daxuyand ku di operasyonan da 9 demançeyên bêruxset, 3 tivingên bêruxset, 7 alavên tûj û bibir, gelek madeyên hişbirê yên curbicur, gelek cîhazên POSê, telefonên destan û SIMkart hatin bidestxistin.

Yerlîkaya serdozgerên komarê yên ku xebat kordîne kirin û polîsên ku operasyon pêk anîn, pîroz kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.